Sipasiya kurdên Feylî yên Iraqê ji helwêstên mirovdostane yên Îranê
Kongreya gelemperî ya kurdên feylî yên Iraqê ji helwêsta însanî û mirovdostane yên Îranê ya pejirandin û sitirandina awareyên iraqî di serdema rejîma beis a Sedam da sipasî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Di daxuyaniya Kongreya gelemperî ya kurdên feylî ya bi boneya salvegera Şehîd Feylî, sipasiya helwêsta mirovdostane ya Îranê ji ber pejirandin û mazûvaniya çarîk sedsalekê ji awareyên kurd ên feylî li welatê xwe sipasî hat kirin.
Salvegera şehîd Feylî 4ê Nîsanê û ev çend sal in ku kurdên feylî yên Iraqê bi lidarxistina rêûrismên taybet li Bexda, Wasit, Diyale û cihên din ên hebûna kurdên feylî rêz li vê salvegerê digirin.
Rejîma Sedam hevdem digel destpêkirina şerê sepandî dijî Îranê, tevkujî, koçberkirina neçarî, jêstandina mafê welatîbûnê û destdanîna ser mal û milkên kurdên şîe yên Iraqê dest pê kir.