Serokwezîrê Iraqê: Me hewcetiyek bi hêzên amerîkî tune
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325344-serokwezîrê_iraqê_me_hewcetiyek_bi_hêzên_amerîkî_tune
Serokwezîrê Iraqê got: Iraqê hewcetiyek bi hêzên operasiyonê yên Amerîkayê tune û armanca gotûbêja stratejîk a navbera Waşîngton û Bexdayê jî venihêrîna pêwendiyên du aliyan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2021 16:49 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Me hewcetiyek bi hêzên amerîkî tune

Serokwezîrê Iraqê got: Iraqê hewcetiyek bi hêzên operasiyonê yên Amerîkayê tune û armanca gotûbêja stratejîk a navbera Waşîngton û Bexdayê jî venihêrîna pêwendiyên du aliyan e.

Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê di gotûbêja bi rojnameya derve navçeyî ya El-Şerq El-Ewsetê da got: Iraqê şerê dijî DAIŞê derbas kiriye û êdî hewcetiyek bi hebûna hêzên operasiyonê yên Amerîkayê tune.

Wî got: Tiştê piştî sala 2003an qewimiye, bêbaweriya ku li pey pergala siyasî ya lawaz pêk hatiye, şerê firqeyî û nebûna beranberîyê navbera gel, bûye sebeba şerên bêhûde ku encama wê awaretiya iraqiyan bûye.