Parlemana Iraqê budceya sala 2021ê pesend kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325302-parlemana_iraqê_budceya_sala_2021ê_pesend_kir
Parlemana Iraqê temamê xal û madeyên pêşniyarqanûna budceya giştî ya sala 2021ê pesend kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2021 01:33 Asia/Tehran
  •  Parlemana Iraqê budceya sala 2021ê pesend kir

Parlemana Iraqê temamê xal û madeyên pêşniyarqanûna budceya giştî ya sala 2021ê pesend kir.

Parlemana Iraqê hemû birge û madeyên pêşniyarqanûna budceya giştî ya sala 2021ê pesend kir. Civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo pesendkirina projeyasaya budceya giştî ya sala 2021ê ya Iraqê bi dawî bû û hemû birge û madeyan bi piraniya dengên parlamenteran hat pesendkirin.

Herwiha fermangeha medyayê ya Parlemana Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; rûniştina bê ya Parlemanê di 10ê meha bê de dê birêve biçe.

Duh êvara Parlemana Iraqê ji bo dengdana pêşniyarqanûna budceya sala 2021ê civiya û her du madeyên 10 û 11 yên pêşniyarqanûnê ku li ser para Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî de bû, bi piraniya dengan hat pesendkirin.