Hejmara pêketiyên Koronayê li Iraq her diçe zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325010-hejmara_pêketiyên_koronayê_li_iraq_her_diçe_zêde_dibe
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir ku eva du roj in bi dû hev hejmara pêketî û miriyên Koronayê zêde bûne û rekordeke nû xuliqandiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2021 19:09 Asia/Tehran
  • Hejmara pêketiyên Koronayê li Iraq her diçe zêde dibe

Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir ku eva du roj in bi dû hev hejmara pêketî û miriyên Koronayê zêde bûne û rekordeke nû xuliqandiye.

Îro roja pêncşemê 18.03.2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de li Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de 5 hezar û 443 kesên din bi Koronayê ketine û 3 hezar û 892 kes baş bûne 36 kes jî ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Heta nih li seranserî Iraqê jimareya pêketiyên Koronayê bûye 779 hezar û 458 kes û 702 hezar û 667 kes baş bûne û 13 hezar û 896 kes jî ji ber vîrusa Koronayê mirine.

Tê ragihandin ku piraniya xelkê Iraqê telîmat û destûrên tendirustiyê yên ku ji aliyê rêxistinên pêwendîdar cidî nagirin û wan davêjin pişt guhê xwe her ev mesela bûye sedem ku hejmara pêketiyên Koronayê zêde bibe.