Hêzên Iraqê li sînorê Daqûqê DAIŞ bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325001-hêzên_iraqê_li_sînorê_daqûqê_daiŞ_bombebaran_kirin
Li sînorê bajarokê Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê, bo dûrxistina metirsiya DAIŞê helmetek û operasyoneke leşkerî bo peydakirin û girtina terorîstên DAIŞê destpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2021 12:26 Asia/Tehran
  • Hêzên Iraqê li sînorê Daqûqê DAIŞ bombebaran kirin

Li sînorê bajarokê Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê, bo dûrxistina metirsiya DAIŞê helmetek û operasyoneke leşkerî bo peydakirin û girtina terorîstên DAIŞê destpê kir.

Qaymeqamê bajarokê Daqûqê Luyis Xizir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 18.03.2021ê piştî nîvro ji bo jinavbirina çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên artêş û polîsê federal ê Iraqê ve Dola Çay û Çemê Roxane yên li sînorê Daqûqê hatin bombebaran kirin.’’

Wî herwaha got: ‘’Li gel wê bombebaranê helmeta lêgerîn û kontrolê bo aşkerakirina paşmayên DAIŞê destpê kir.’’

Qaymeqamê Daqûqê ew helmet giring nirxand ji ber ku terorîstên DAIŞ li sînorê navçeya Reşad û Riyaz a ku hevsînorê Daqûqê ne dest bi tevgerê kirine.