Di êrîşeke esmanî ya li Nînowayê de 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i324745-di_êrîşeke_esmanî_ya_li_nînowayê_de_12_terorîstên_daiŞê_hatin_kuştin
Di encama êrîşeke esmanî ya li parêzgeha Nînowa ya li ser navendên terorîstên DAÎŞ’ê de, 12 terorîstên DAÎŞ’ê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2021 19:33 Asia/Tehran
  • Di êrîşeke esmanî ya li Nînowayê de 12 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Di encama êrîşeke esmanî ya li parêzgeha Nînowa ya li ser navendên terorîstên DAÎŞ’ê de, 12 terorîstên DAÎŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê daxuyaniyek da û li ser êrîşa li dijî DAÎŞ’ê ev agahî parve kir: “9’ê Sibatê di encama êrîşeke esmanî ya hêzên hevpeymanê ya li dijî DAÎŞ’ê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li çiyayê Edaye operasyonek lidar xistin.

Operasyona bi biryara hevbeş a fermandariyê pêk hatiye. Di encama êrîşa esmanî ya balafirên şer a li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de 10 çete hatin kuştin.

Hemwext hêza ser bi lîwaya 75’an  û 92 a bejahî li herêmê dest bi operasyoneke ya paqijiyê kir. Di vê dema lêgerînê de 2 çeteyên DAÎŞ’ê yên xwekuj hatin kuştin.”