Civîna Pap Fransîs digel merceyê bilind ê şîeyên Iraqê li Necefê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i324652-civîna_pap_fransîs_digel_merceyê_bilind_ê_şîeyên_iraqê_li_necefê
Pap Fransîs Rêberê Katolîkên Cîhanê li Necefa Iraqê digel ayetullah Elî Sîstanî merceyê bilind ê şîeyan hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2021 09:39 Asia/Tehran
  • Civîna Pap Fransîs digel merceyê bilind ê şîeyên Iraqê li Necefê

Pap Fransîs Rêberê Katolîkên Cîhanê li Necefa Iraqê digel ayetullah Elî Sîstanî merceyê bilind ê şîeyan hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Iraqê (WAI), Çavkaniyên iraqî ragihandin ku sibeha îro Şemiyê Pap Fransîs çû cihê mayîna Ayetullah Sîstanî li Necefa eşref û du aliyan li paş deriyên girtî bi qasî saetekê gotûbêj kirin.

Li gorî vê raporê, Tu yek ji keayetiyên siyasî û dewletî yên Iraqê destûr peyda nekirin ku biçin cihê mayîna Ayetullah Sîstanî û beşdarî vê gotûbêjê bibin.,

Li gorî vê raporê, Pap û desteya pê ra piştî terikandina cihê mayîna Ayetullah Sîstanî ber bi bajarê Ûrê li parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê çûn.

Pap Fransîs îniyê piştî nîvro gihîşte Iraqê û digel rayedarên bilind ji wan Mustefa Kazimî serokwezîr û Berhem Salih Serokomarê Iraqê civiya.