Sibat 23, 2021 21:34 Asia/Tehran
  • Eyad Elawî: Em hemû dê baca êrîşên ser balyozxanan bidin

Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Iraqê radigehîne ku hemû Iraqî baca êrîşên ser balyozxanên welatên din didin.

Îro 23.02.2021ê Serokê Îtîlafa Niştimaniya Iraqê Eyad Elawî di tora xwe ya civakî ya twitterê de ragehand, peymana şikandin û tirsandina mêvanan di exlaq û kevneşopiya Iraqê de tine.

Eyad Elawî ragehand, ew welatên rêzê li xwe digrin binkeyên wan ên dîplomasiyê parastî û rêz lê girtî ne.

Serokê Îtîlafa Niştimaniya Iraqê dibêje berdewamiya êrîşên mûşekî ser balyozxanên welatan li Bexdayê ya paytexta Iraqê û abûr birina wan dê encamên bi karesat li gel xwe bîne û em hemû jî dê baca wê bidin.

Şeva borî bi mûşek êrîş li ser devera Kesk a Bexdayê pêkhat ku balyozxana Amerîkayê û piraniya balyozxanên din ên welatan li wê deverê ye û ji ber wê jî hejmarek otomobîlên hemwelatiyan şewitîn.

Serepeyv