Li Iraqê 2 hezar û 796 kesên din bi Koronayê ketine
Sibat 15, 2021 20:14 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 2 hezar û 796 kesên din bi Koronayê ketine û 6 kes jî bi Koronayê mirine.
Îro roja dûşemê 15.02.2021ê Wezareta Tendirustî Iraqê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 2 hezar û 796 kesên din bi Koronayê ketine û 1.119 kes baş bûne û 6 kes jî bi Koronayê mirine.
Heta niha li seranserî Iraqê 646 hezar û 650 kes bi Koronayê ketine û 608 hezar û 178 kes baş bûne û 13 hezar û 185 kes jî bi Koronayê mirine.