Qedexeya hatuçûne li Iraqê hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i324077-qedexeya_hatuçûne_li_iraqê_hat_ragihandin
Lîjneya Bilind a Tendirustiya Iraqê ji bo 2 hefteyan li vî welatî qedexeya hatûçûnê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2021 16:23 Asia/Tehran
  • Qedexeya hatuçûne li Iraqê hat ragihandin

Lîjneya Bilind a Tendirustiya Iraqê ji bo 2 hefteyan li vî welatî qedexeya hatûçûnê ragihand.

Lîjneya Bilind a Tendirustiya Iraqê îro şemiyê 13.02.2021ê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn ku wê ji saet 20:00an heta serê sibehê saet 05:00an qedexeya hatuçûnê hebe û ev biryar jî wê ji roja pêncşemê dest pê bike û 2 hefteyan berdewam bike.

Lîjneya Bilind a Tendirustiya Iraqê herwiha amaje bi vê yekê kir ku qedexeya hatuçûnê, kerta tendrustiyê, hêzên emnî, fermangehên xizmetguzarîyê û firoşgehên sebze û meywe û xwarekê  nagire ber xwe.

Herwiha Wezareta Tendrustiya Iraqê hişyariya bilindbûna amarên nexweşiya Koronayê kiribû û behsa sebeba hatina pêla duyem a Koronayê ragihandibû.