Ji ber êrîşê DAIŞê li Daqûqê polîsekî Iraqî hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i324022-ji_ber_êrîşê_daiŞê_li_daqûqê_polîsekî_iraqî_hat_kuştin
Îşev terorîstên DAIŞê li sînorê navçeya Daqûqê êrîşî hêzeke ser bi polîsên federal a Iraqê kir û ji ber wê êrîşî polîsek hat kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2021 20:11 Asia/Tehran
  • Ji ber êrîşê DAIŞê li Daqûqê polîsekî Iraqî hat kuştin

Îşev terorîstên DAIŞê li sînorê navçeya Daqûqê êrîşî hêzeke ser bi polîsên federal a Iraqê kir û ji ber wê êrîşî polîsek hat kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Qaymeqamê Daqûqê Luyis Xazir, ji BasNewsê re axivî û da zanîn îşev roja pêncişemê terorîstên DAIŞê li nêzîk gundî Ereb Koy êrîşî ser hêzeke polîsê federal ê Iraqî kirin û di encama wê êrîşî de polîsek hat kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.’’

Eva demeke çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li herêmên kurdnişîn ên derveyî Herêma Kurdistanê hewldanên xwe zêdekirine û rojane êrîşan encam dide û di vê barê de rayedarên iraqî û yên kurd ên Iraqê hişyarî dane ku DAIŞ xwe li navçê bi rêxistin dike.