Serokê Saziya Dadweriya Îranê bi serokomarê Iraqê ra hevdîtin pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323994-serokê_saziya_dadweriya_Îranê_bi_serokomarê_iraqê_ra_hevdîtin_pêk_anî
Serokê Saziya Dadweriya Îranê bi serokomarê Iraqê ra hevdîtin pêk anî û wan derbarê hevkariyên dadwerî û hiqûqî gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2021 16:58 Asia/Tehran
  • Serokê Saziya Dadweriya Îranê bi serokomarê Iraqê ra hevdîtin pêk anî

Serokê Saziya Dadweriya Îranê bi serokomarê Iraqê ra hevdîtin pêk anî û wan derbarê hevkariyên dadwerî û hiqûqî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Hucet ul-islam wel-muslimîn Seyid Ibrahîm Reîsî, Serokê Saziya Dadweriya Îranê û Berhem Salih Serokomarê Iraqê roja Çarşemiyê hevdu dîtin û derbarê pêwendiyên dualî navbera Îran û Iraqê û girîngiya van pêwendiyan şêwirîn.

Du aliyan li ser pêwîstiya berfirehkirina pêwendiyên navbera du welatan di warên cûrbecûr, çalakirina têgihîştinên pêkhatî û lihevkirinên wajokirî, her wiha hevkarî û hevahengiya di warê dadwerî û hiqûqî da pêgirî kirin.