Vatîkanê bernameya serdana Papa Francis bo Hewlêr û Bexdayê ragehand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323946-vatîkanê_bernameya_serdana_papa_francis_bo_hewlêr_û_bexdayê_ragehand
Duh Vatîkanê bernama serdana Papa Francis bo Iraqê û herêma Kurdistanê ragehand, ku di bernama serdanê de parêzgeha Hewlêrê, navçeya Qereqûş û navçeya Ûr, herwaha parêzgeha Bexda û Mûsilê jî li xwe digre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 09, 2021 07:54 Asia/Tehran
  • Vatîkanê bernameya serdana Papa Francis bo Hewlêr û Bexdayê ragehand

Duh Vatîkanê bernama serdana Papa Francis bo Iraqê û herêma Kurdistanê ragehand, ku di bernama serdanê de parêzgeha Hewlêrê, navçeya Qereqûş û navçeya Ûr, herwaha parêzgeha Bexda û Mûsilê jî li xwe digre.

Serdana Papa dê roja 5ê Adarê destpê bike û heta roja 8ê Adarê berdewam bike.

Biryare roja înê ya 5ê Adarê Papa bi rêya balefirgeha navdewletî ya Bexdayê ve ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve pêşwazî lê bê kirin û her li wê derê jî civînê dê bikin. Piştre dê li qesra Selam a Bexdayê ji aliyê serokomarê Iraqê ve pêşwazî lê bê kirin.

Papa roja piştî wê jî dê serdana Necefê bike û li gel merceyê şîe ayetullah  Elî Sîstanî bicive û ji wê derê ve serdana bajarê dîrokî yê Ûrê bike.

Roja yekşemê jî ango 7ê Adarê jî dê serdana Hewlêrê bike û bi balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê dê li gel berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê û kesayetên olî bicive.

Piştre jî dê serdana Mûsilê bike û dê beşdarî merasîmên olî yên ji bo qurbaniyên şer bike, piştre dê biçe navçeya Qereqûş û careke din dê wegere Hewlêrê.

Roja yekşemê jî dê li stadyuma Franso Herîrî merasîma olî birêve bibe û roja duşemê jî vegere Bexdayê û ji wê derê ve jî dê vegere Vatîkanê.