Aliyên Kurdî yên Kerkûkê ji bo avakirina hevpeymaniyê lihevkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323911-aliyên_kurdî_yên_kerkûkê_ji_bo_avakirina_hevpeymaniyê_lihevkirin
Aliyên Kurdî yên Kerkûkê (ji bilî PDK’ê) civiyan û li ser avakirina hevpeymaniyek ji bo hilbijartinên parlementa Iraqê lihevkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2021 20:30 Asia/Tehran
  • Aliyên Kurdî yên Kerkûkê ji bo avakirina hevpeymaniyê lihevkirin

Aliyên Kurdî yên Kerkûkê (ji bilî PDK’ê) civiyan û li ser avakirina hevpeymaniyek ji bo hilbijartinên parlementa Iraqê lihevkirin.

Piştî saetên nîvro partiyên Kurdî li baregeha YNK’ê ya li Kerkûkê civiyan, lê PDK tevli civînê nebû. Tenê çend deqeyek destpêkê rê bi çapemeniyê hat dayîn civînê bişopîne. Piştre civîn girtî berdewam kir.

Li gorî zanyariyan, di civînê de aliyên Kurdî li ser avakirina hevpeymaniyek ji bo hilbijartinên pêşwext ên parlementa Iraqê lihevkirine. Her wiha di civînê de li ser hurgiliyên hevpeymaniyê û diyarkirina sinorê coxrafî yê hevpeymaniyê giftûgo kirine. Hate gotin ku biryar dane berdevkek ji bo hevpeymaniyê diyar bikin.