DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser Polîsê Federal kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323831-daiŞê_li_kerkûkê_êrîşî_ser_polîsê_federal_kir
Çavkaniyên iraqî Îniyê bi şev qala êrîşa bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê ser polîsê federal ê Iraqê li bakurê vî welatî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2021 05:24 Asia/Tehran
  • DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser Polîsê Federal kir

Çavkaniyên iraqî Îniyê bi şev qala êrîşa bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê ser polîsê federal ê Iraqê li bakurê vî welatî kirin.

Kanala Sabirînê ya ser bi hêzên Berxwedana Iraqê ragihand ku bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê careke din navendeke polîsê federal ê Iraqê li parêzgeha Kerkûkê li bakurê vî welatî dan ber êrîşê.

Li gorî vê raporê, Ev navend li derdora gundên Daqûqê li vê parêzgeha bakurî ya Iraqê ye.

Heta niha tu rapoirek ji kuştî û birîndarên ihtimalî yên vê êrîşê nehatiye weşandin.