Girtina 17 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i323172-girtina_17_terorîstên_daiŞê_li_parêzgeha_bexdayê
Yekîneya Îstîxbarata Polîsê Federal a Iraqê girtina 17 terorîstên DAIŞê li deverên curbicur ên parêzgeha Bexdayê ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2021 20:00 Asia/Tehran
  • Girtina 17 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Bexdayê

Yekîneya Îstîxbarata Polîsê Federal a Iraqê girtina 17 terorîstên DAIŞê li deverên curbicur ên parêzgeha Bexdayê ragihand.

Wezareta Navxweyî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku yekîneyên îstîxbarata Polîsê Federal a lraqê yên girêdayî Wezareta Navxwe karîn 17 terorîstên ber teqîbatê bigrin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ragihandin: "Girtina van 17 kesan li gorî xala 4emîn a Zagona Têkoşîna li dijî Terorê û ji ber têkiliya wan bi komên terorîst ên DAIŞê re pêk hat."

Di 11 Çile de, Yekîneya îstîxbarata Leşkerî ya Polîsê Federal a Iraqê ragirtina çar endamên DAIŞê li parêzgehên Salahedîn û Enbar û rûxandina zîndanek DAIŞê li parêzgeha Diyala ragihandibû.