Esîl Nuceyfî derbarê rewşa Iraqê de hişyarî da
Çile 09, 2021 20:00 Asia/Tehran
Parêzgarê bere yê Nînowayê Esîl Nûceyfî derbarê rewşa Iraqê de hişyarî da û amaje bi wê yeke kir rewşa Iraqê dişibe rewşa kevirekî ku ji ser çiyayekî tê xwarê.
Îro roja şemiyê 09. 01. 2021ê Esîl Nuceyfî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Facebookê ragihand;’’Rewşa Iraqê weke kevirekî ye, ku li ser çiyayekî dikeve xwarê û nayê girtin, bi tenê be têkşikandinê dikare were girtin yan jî dema dikeve nava çalekê.
Herwiha Esîl Nuceyfî aşkere jî kiriye aqlê siyasî yên şîeyan li Iraqê bi zorîneyî tev bigerin û sistemeke nû pêşkêş nekin wê hemû sîstema welêt birûxe.