Iraq- 5 kesên din bi Koronayê mirine
Çile 03, 2021 20:25 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 741 kesên din bi Koronayê ketine û 5 kes jî bi Koronayp mirine.
Îro roja yekşemê 03/01/2021ê Wezareta Tendirustîiya Iraqê derbarê amarên heyama 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 741 kesên din bi Koronayê ketine û 1. 974 kes jî baş bûne û 5 kes jî bi Koronayê mirine.
Heta niha li seranserî Iraqê 597 hezar û 774 kes bi Koronayê ketine û 543 hezar û 720 kes baş bûne û 12 hezar û 834 kes jî bi Koronayê mirine.