Bi hezaran alîgirên Heşdî Şabî ji Nînowayê ber bi Bexdayê bi rê ketin
Çile 03, 2021 07:23 Asia/Tehran
Roja 02.01.2020an bi sedan alîgirên Hêzên Heşdî Şebî ji parêzgeha Nînowayê ber bi Bexday bi rêketin bona piştevaniya Heşdî Şabî û beşdarîkirina merasîma şehadeta sedar Silêmanî û El-Muhendis.
Bi armanca piştevaniya Heşdî Şabî û beşdarîkirina merasîma şehadeta Fermandarê Supayê Quds serdar sipehbûd Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendis bi sedan kes ji Nînowayê ber bi Bexdayê bi rêketin.
Medyaya Iraqê belav kiriye bi mînîbus ê otobûsan bi sedan kes ji Nînowaê çûne Bexdayê ji bo ku beşdarî merasîma bîranîna serdarê şehîd Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs bibin.
Biryar e îro merasîmeke mezin li meydana Tehrîr a Bexdayê bi minasebeta bîranîna serdar sipehbûd Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs birêve biçe.