Li sînorê Kerkûkê terorîstekî mezin ê DAIŞê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322662-li_sînorê_kerkûkê_terorîstekî_mezin_ê_daiŞê_hat_girtin
Duh 27.12.2020ê li sînorê nahyeya Şiwan a ser bi parêzgeha Kerkûkê terorîstekî ser bi DAIŞê ji aliyê saziya îstixbarata Iraqê ve hate girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2020 05:31 Asia/Tehran
  • Li sînorê Kerkûkê terorîstekî mezin ê DAIŞê hat girtin

Duh 27.12.2020ê li sînorê nahyeya Şiwan a ser bi parêzgeha Kerkûkê terorîstekî ser bi DAIŞê ji aliyê saziya îstixbarata Iraqê ve hate girtin.

Cîgirê rêveberê polîsê Kerkûkê Elî Muteşer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro li sînorê nahyeya Şiwan a ser bi parêzgeha Kerkûkê terorîstekî mezin ê DAIŞê ji aliyê hêzên saziya îstixbarata Iraqê ve hate girtin.’’

Herwaha got: ‘’Ew terorîste li gor madeya 4 a terorê li qanûna cezayê Iraqê biryar girtina wî hebû, herwaha li sînorê Kerkûkê û Nînowa serpereştiya grubên DAIŞê kiriye, herwaha di gelek operasyon û êrîşên terorîstî yên DAIŞê de beşdar bûye.’’

Cîgirê rêveberê polîsê Kerkûkê got: ‘’Piştî kom kirina zanyariyan li ser wî terorîstê mezin di mala xwe de hate girtin.’’