Hêzên ewlehiyê yên Iraqê şaneyeke terorîst ku amadekariya êrişan dikir girt
Kanûn 26, 2020 13:04 Asia/Tehran
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro xwekujekî ku amadekariya êrişan di pîrozbahiyên sersalê de li Bexdayê dikir, girt.
Hêzên ewlehiyê bi dauxyaniyekê ku tora Sumeriyê News kopiyek jê bi dest xist, wiha got: “Hêzên ewlehiyê li parêzgehên Selaheldîn û Diyale 4 endamên şaneyeke terorîst û di nav de xwekujekî ku amadekariya êrişan di pîrozbahiyên sersalê de li Bexdayê dikir, girtin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Kesên hatine girtin li xwe mikur hatin ku wan ji bo têkbirina îstiqrar û ewlehiyê di pîrozbahiyên sersalê de li Bexdayê, ferman girtine. Ew ji bo aliyên qanûnî yên peywendîdar hatin veguhestin û dê tedbîrên pêwîst der heqê wan de bên girtin.”