Li Daqûqê êrişeka DAIŞê hat şikandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322545-li_daqûqê_êrişeka_daiŞê_hat_şikandin
Qaymeqamê bajarokê Daqûq yê Kerkûkê ragihand, hêzên polîs êrişeka DAIŞê şikandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2020 07:55 Asia/Tehran
  • Li Daqûqê êrişeka DAIŞê hat şikandin

Qaymeqamê bajarokê Daqûq yê Kerkûkê ragihand, hêzên polîs êrişeka DAIŞê şikandin.

Qaymeqamê Daqûqê, Loys Xizir ji BasNewsê re got, derengiya şeva borî terorîstên DAIŞê li derdora Daqûqê êrişî hêzên polîs kirin.

Loys Xizir her wiha got, ew êrişa DAIŞê ji aliyê hêzên polîs ve hat şikandin, ji ber wê jî terorîst neçar man birevin.

Li ser ziyanên wî şerî jî, Loys Xizir got, tiştek bi hêzên polîs nehatiye lê em nizanin ziyanên DAIŞê çi bûye.