Serçeteyekî DAIŞê li rojavayê Iraqê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322487-serçeteyekî_daiŞê_li_rojavayê_iraqê_hat_girtin
Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê qala girtina serçeteyekî DAIŞê li rojavayê vî welatî kir.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 21, 2020 15:03 Asia/Tehran
  • Serçeteyekî DAIŞê li rojavayê Iraqê hat girtin

Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê qala girtina serçeteyekî DAIŞê li rojavayê vî welatî kir.

Li gorî rapora Malpera Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê, Hêzên ewlekarî û istixbaratî yên Iraqê roja Duşemiyê hevrê digel Tîpa duyem a Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê di operasiyonekê da li parêzgeha Enbarê serçeteykî DAIŞê girtin.

Hîn tu agahiyek li ser pênaseya vî têrorîstî nehatiye weşandin, lê hatiye gotin ku ew berpirsê ewlehiyê yê DAIŞê li Iraqê bûye.

Di daxuyaniya Rêxistina Heşda Şeibiya Iraqê da hatiye: Ev operasiyon li gorî lêzanînên deîqq ên ewlehiyê ku hêzên Heşda Şeibiyê kom kiribûn, bi serketina tam pêk hat.