Êrişa Daişê ya li dijî Heşdî Şebî li Xaneqînê têk çû
Kanûn 17, 2020 09:04 Asia/Tehran
Şeva çûyî li parêzgeha Diyalê koma terorîst a DAIŞê êrîşî Heşdî Şeibî kir, lê belê hêzên Heşdî Şebî ev êrişa terorîstan têk bir.
Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîş kirin ser binkeyekî milîsên Heşdî Şeibî yê li sînorê bajarê Xaneqînê.
Îro 17.12.2020ê ragehandina Heşdî Şeibî beyanameyek derbarê êrîşê de belav kir û ragehand, şeva borî DAIŞê êrîşî ser Heşdî Şeibî kiriye.
Hat ragehandin DAIŞê êrîş kiriye ser binkeyê lîwaya 10 a Heşdî Şeibî ya li gundê Ehmed Tahîr a li sînorê Xaneqînê.
Li gor heman daxuyaniyê şer di navbera wan milîsan û DAIŞê de pêkhatiye, lê ev êrişa DAIŞê têk çûye û ti ziyaneke canî çênebûye.