Amerîkayê li Bexdayê balefireke bê mirov a Iraqê xiste erdê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322343-amerîkayê_li_bexdayê_balefireke_bê_mirov_a_iraqê_xiste_erdê
Sîstema parastina asîmanî ya Amerîkayê li Bexdayê balefirek bê mirov a fermandariya operasyonên hevbeş a Iraqê bi xeletî ve xistiye xwarê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2020 18:53 Asia/Tehran
  • Amerîkayê li Bexdayê balefireke bê mirov a Iraqê xiste erdê

Sîstema parastina asîmanî ya Amerîkayê li Bexdayê balefirek bê mirov a fermandariya operasyonên hevbeş a Iraqê bi xeletî ve xistiye xwarê.

Fermandarê Polîsên Iraqê Ehmed Xelef di daxuyaniyek ji bo çapemeniya Iraqê de got, sîstema parastina asîmanî ya Amerîka ku li balyozxaneya wê ya li Bexda hatiye bicihkirin, balefirek bê mirov a fermandariya operasyonên hevbeş a Bexdayê bi xeletî ve xistiye xwarê.

Li gorî gotina Ehmed Xelef, Amerîkayê wisan dizanî ku ew balefira bê mirov ya grubên çekdar ên ku muşekan davêtin balyozxana wê bû