Li Parêzgeha Nînovayê 42 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322274-li_parêzgeha_nînovayê_42_terorîstên_daiŞê_hatin_kuştin
Duh yekşemê 13.12.2020an 42 çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li başûrê prêzgeha Nînovayê(Mûsil) hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2020 23:43 Asia/Tehran
  • Li Parêzgeha Nînovayê 42 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Duh yekşemê 13.12.2020an 42 çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li başûrê prêzgeha Nînovayê(Mûsil) hatin kuştin.

Berdevkê Fermandariya Artêşa Iraqê Lîwa Yehya Resûl aşkere kir artêşa Iraqê û hêzên dijî terorê yên Iraqê di operasyonekê de 42 çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê kuştine. Herwiha Yehya Resûl aşkere kir hêzên mîhwera Dîcleyê û hêzên dije terorê operasyon li başûrê Mûsilê encam dane.

Hêjayî gotinê ye çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li parêzgehên weke Selahedîn, Kerkûk, Nînowa û Enbarê hene û rojane êrîşên terörîstî encam didin.