Ebdulmehdî: Amerîkayê jibo pêşîlêgirtin ji derxistina hêzên xwe ji Iraqê her karek kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322022-ebdulmehdî_amerîkayê_jibo_pêşîlêgirtin_ji_derxistina_hêzên_xwe_ji_iraqê_her_karek_kir
Serokwezîrê berê yê Iraqê got: Dewleta Amerîkayê jibo pêşîlêgirtin ji derxistina hêzên vî welatî ji axa Iraqê her karek kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2020 09:11 Asia/Tehran
  • Ebdulmehdî: Amerîkayê jibo pêşîlêgirtin ji derxistina hêzên xwe ji Iraqê her karek kir

Serokwezîrê berê yê Iraqê got: Dewleta Amerîkayê jibo pêşîlêgirtin ji derxistina hêzên vî welatî ji axa Iraqê her karek kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Fars Newsê, Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê berê yê Iraqê got: Dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê jibo cihnehatina pesendnameya Parlimana Iraqê ya derxistina hêzên vî welatî, zextine zehf anîn ser dewleta Bexdayê.

 

Ebdulmehdî got: Piştî deh mehan ji damezirandina kabîneya Trump, dewleta Amerîkayê rêzik, reftar û pêwendiyên xwe ku hewcetî bi hegerên beraaqil tunene, guhertin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê destnîşan kir: Terorkirina şehîd Qasim Silêmanî Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û Ebûmehdî Mihendis li Iraqê derbaskirina hemî hêlên sor ji aliyê amerîkiyan va bû.