Li Hewîca Kerkûkê 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321763-li_hewîca_kerkûkê_4_çekdarên_daiŞê_hatin_girtin
Li bajarokê Hewîce yê parêzgeha Kerkûkê 4 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2020 19:25 Asia/Tehran
  •  Li Hewîca Kerkûkê 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Li bajarokê Hewîce yê parêzgeha Kerkûkê 4 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin.

Endamê komîsyona asayişê ya encumena bajarokê Hewîce, Ehmed Xurşîd ji BasNewsê re got, îro danê sibê 4 terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Ehmed Xurşîd her wiha got, ew terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên îstixbarata Iraqê ve hatin girtin. Hemû jî demek dirêj di nav DAIŞê de bûne û beşdarî gelek êrişên terorîstî bûne.