Êrîşa DAIŞê li parêzgeha Enbarê: Sê kes hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321658-Êrîşa_daiŞê_li_parêzgeha_enbarê_sê_kes_hatine_kuştin
Têrorîstên DAIŞê bi êrîşa ser erebeyek û kamiyonekê li şaristana Retbeyê ya parêzgeha Enbarê, sê welatiyên sivîl kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2020 08:32 Asia/Tehran
  • Êrîşa DAIŞê li parêzgeha Enbarê: Sê kes hatine kuştin

Têrorîstên DAIŞê bi êrîşa ser erebeyek û kamiyonekê li şaristana Retbeyê ya parêzgeha Enbarê, sê welatiyên sivîl kuştin.

Li gorî rapora Shafagh Newsê, Imad Rîşawî, Fermandarê Retbeyê îro sipêdeyê ragihand: Çeteyên DAIŞê bi kemînkirina li ser mezinrêya rojhilata Retbeyê gulle barandin er erebeyekê û kamiyonekê û di encamê da sê niştecihên navçeya Cinsiyeyê kuştin.

Li gorî gortina vî rayedarê siyasî yê Iraqê, çeteyên DAIŞê piştî kuştina van welatiyan bi hovîtî meytên wan şewistandin.