Li Iraq 43 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321397-li_iraq_43_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir 2 hezar û 419 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 43 kes jî bi Koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2020 18:17 Asia/Tehran
  • Li Iraq 43 kesên din  bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir 2 hezar û 419 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 43 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja şemiyê 14/11/2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxutaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de 2 hezar û 419 kesên din bi Koronayê ketine û 2 hezar û 370 kes jî baş bûne û 43 kes jî mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê 516 hezar û 915 kes bi Koronayê ketine û 444 hezar û 226 kes baş bûne û 11 hezar û 623 kes jî bi Koronayê mirine.