Dr. Fuad Husên pîrozbahî li Joe Biden kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321203-dr._fuad_husên_pîrozbahî_li_joe_biden_kir
Îro roja yekşemê Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên ji ber serketina Joe Biden li hilbijartina serokomariya Amerîkayê, pîrozbahî lê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 08, 2020 20:03 Asia/Tehran
  • Dr. Fuad Husên pîrozbahî li Joe Biden kir

Îro roja yekşemê Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên ji ber serketina Joe Biden li hilbijartina serokomariya Amerîkayê, pîrozbahî lê kir.

Dr. Fûad Hûsên daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de pîrozbahî li Joe Biden kir û da zanîn ew dixwazin peywendiyên Iraqê û Amerîkayê bihêztir bikin.

Di daxuyaniyê Dr. Fuad Husên ragihandiye hêvîdar e ku peywendîyên dualî yên Iraq û Amerîkayê ber bi pêş bikevin û gotûbêj û hemahengiyên navbera herdu aliyan zededir bibin, bi taybetî ku herdû alî nîgarîniyên hevbeş yên hene û pêwîstê zêdetir bi hevre kar bikin.