Qanûna nû ya Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê hat piştrastkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321097-qanûna_nû_ya_hilbijartina_parlimanî_ya_iraqê_hat_piştrastkirin
Qanûna nû ya Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê ji aliyê serokomarê vî welatî va hat erêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 05, 2020 13:44 Asia/Tehran
  • Qanûna nû ya Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê hat piştrastkirin

Qanûna nû ya Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê ji aliyê serokomarê vî welatî va hat erêkirin.

Li gorî rapora kanala Sûmiriyê, Parlimana Iraqê Qanûna nû ya Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê piştî pesendkirinê da ber destê Berhem Salih û wî jî îro Pêncşemiyê ev qanûn erê kir.

Li gorî qanûna berê ya Hilbijartina Iraqê, seranserî vî welatî wek bazineyeke hilbijartinê dihat zanîn; Lê li gorî pêveka qanûna nû, her yek ji 18n parêzgehan bûye çend bazine.

Parvekirina bazineyên her parêzgehekê li gorî tevn û nijyara gelheyê û rewşa erdnigarî û dînî pêk hatiye.

Hilbijartina berwext a Parlimana Iraqê biryar e 6ê Hezîrana 2020î were lidarxistin.