Li Besreyê, navbera gel û hêzên ewlehiyê yên Iraqê pevçûn derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320963-li_besreyê_navbera_gel_û_hêzên_ewlehiyê_yên_iraqê_pevçûn_derket
Çavkaniyên iraqî qala derketina pevçûnê navbera gelê nerazî yê Besreyê û hêzên ewlehiyê yê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2020 12:29 Asia/Tehran
  • Li Besreyê, navbera gel û hêzên ewlehiyê yên Iraqê pevçûn derket

Çavkaniyên iraqî qala derketina pevçûnê navbera gelê nerazî yê Besreyê û hêzên ewlehiyê yê kir.

Li gorî rapora Qudsa Erebî, Hejmareke welatiyên Besreyê Şemiyê bi şev bi kombûna li meydana Beyhriyê hin dirûşme bi nîşana nerazîtiya li hemberî serêxwenegirtina daxwazên wan ji aliyê dewletê va bilind kirin û daxwaza darizandina gendelan kirin.

Li gorî rapora şehjedên bûyerê, pevçûna navbera nerazîyan û hêzên ewlehiyê piştî wê yekê qewimî ku hêzên ewlehiyê dixwastin konên girevê li meydana Behriyê rakin û wê jibo hatûçûna erebeyan vekin, lê neraziyan tekeran erebeyan şewitandin û rê li ber hêzên ewlehiyê girtin.

Esed Eydanî parêzgarê Besreyê ferman dabû hêzên ewlehiyê ku riyên girêdayî nemaze riyên digihêjin avahiya parêzgariyê vekin û rê nedin ku riyên din bên girêdan.