Li Bexda alozî di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320753-li_bexda_alozî_di_navbera_xwepêşander_û_hêzên_ewlehiyê_de_derket
Îro 25.10.2020ê li Bexdayê, paytexta Iraqê xwepêşandan destpê kirin û alozî û pevçûn di navbera xwepêşandan û hêzên ewlehî de pêkhatin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2020 11:15 Asia/Tehran
  • Li Bexda alozî di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de derket

Îro 25.10.2020ê li Bexdayê, paytexta Iraqê xwepêşandan destpê kirin û alozî û pevçûn di navbera xwepêşandan û hêzên ewlehî de pêkhatin.

Îro 25.10.2020ê careke din xwepêşandan li qada Tehrîr û çend cîheke din ên Bexdayê destpê kirin, lê alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de çêbû û bi zorê beşek ji xwepêşanderan hatin belav kirin û çend xwepêşander jî birîndar bûn.

Yek ji xwepêşanderan di tomareke vîdeoyî de derdikeve û dibêje xwepêşandan aştiyane ye û rêxistîbûye, lê hêzên ewlehiyê tundî li gel wan kirine û hewldane bi aloziyê wan belav bikin.

Ew alozî û li hevdane di demekî de ye ku îro berdevkê hêzên çekdarên Iraqê hişyarî dabû xwepêşanderan, derveyî qada Tehrîr bo ti cîheke din tevger nekin û sazî û dezgayan jî biparêzin.