Berdevkê Fermandetiya hêzên çekdar a Iraqê: Hokara cinayeta Ferhatiyê, DAIŞ e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320662-berdevkê_fermandetiya_hêzên_çekdar_a_iraqê_hokara_cinayeta_ferhatiyê_daiŞ_e
Berdevkê Fermandetiya hêzên çekdar a Iraqê ragihand ku çeteyên koma têrorîst a DAIŞê hokara cinayeta vê dawiyê li navçeya Ferhatiyê ya şaristana Beledê li parêzgeha Selahedînê bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2020 08:53 Asia/Tehran
  • Berdevkê Fermandetiya hêzên çekdar a Iraqê: Hokara cinayeta Ferhatiyê, DAIŞ e

Berdevkê Fermandetiya hêzên çekdar a Iraqê ragihand ku çeteyên koma têrorîst a DAIŞê hokara cinayeta vê dawiyê li navçeya Ferhatiyê ya şaristana Beledê li parêzgeha Selahedînê bûne.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê, Serleşker Yehya Resûl, Berdevkê Fermandetiya hêzên çekdar a Iraqê got: Xuya ye ku DAIŞ bi armanca alozkirinê û pêkanîna qelaşê navbera welatiyên sivîl û hêzên leşkerî, ev cinayet pêk aniye û komîteya lêkolînan di halê komkirina agahiyan e û hejmareke malbatên goriyan û welatiyên din di vî warî da şehedî dane.

Roja Şemiyê çend kesên çekdar bi kincên leşkerî 12 welatiyên  navçeya Ferhatiyê ya Beledê revandin.Saeteke din meytê 8 kes ji revandiyan hat dîtin; Lê çarenûsa çar kesên din nediyar e.