Kerkûk- Goreke bikom hat dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320611-kerkûk_goreke_bikom_hat_dîtin
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê duh sêşemê ragihand ku hêzeke ewlehiyê goreke bikom li parêzgeha Kerkûkê dît û tê de termên 25 kesan hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2020 05:07 Asia/Tehran
  • Kerkûk- Goreke bikom hat dîtin

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê duh sêşemê ragihand ku hêzeke ewlehiyê goreke bikom li parêzgeha Kerkûkê dît û tê de termên 25 kesan hene.

Malpera Sumeriye News îro ji çavkaniyeke ewlehiyê ragihand,"hêzeke ewlehiyê di dema erkê pişkinînê de li gundê Dawid Eloke yê parêzgeha Kerkûkê goreke bikom dît û di nava gorê de 25 laş hene."

Herwiha Sumeriye News eşkere kiriye: “Di nava wê gorê de termên wan kesan hene ku dema rêxistina terorê ya DAIŞê gundê wan dagir kiriye, ew kuştine û avêtine gorê.”