Li Xurmatûyê ji ber teqînekî du leşkerên Iraqê birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320578-li_xurmatûyê_ji_ber_teqînekî_du_leşkerên_iraqê_birîndar_bûn
Îro di rêya navbera Xurmatû û Kifrî de bombeyekî çandî bi hêzên artêşa Iraqê de hate teqandin û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2020 20:17 Asia/Tehran
  • Li Xurmatûyê ji ber teqînekî du leşkerên Iraqê birîndar bûn

Îro di rêya navbera Xurmatû û Kifrî de bombeyekî çandî bi hêzên artêşa Iraqê de hate teqandin û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.

Rêveberê nexwaşxaneya giştî ya Xurmatû Dr. Ehmed Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 19.10.2020ê du leşkerên artêşa Iraqê bi birîndarî anîn nexwaşxaneya beşa lezgîn a nexwaşxaneya giştî ya Xurmatû û pîştî çareseriyên destpêkê bo wan hate kirin, ew ji nexwaşxana Azadî ya Kerkûkê re hatin şandin.’’

Herwaha got: ‘’Ew du leşkere di encama teqîna bombeyekî çandî ya di rêya navbera Xurmatû û Kifrî de birîndar bibûn û birînên wan pir giran nebûn.