Nûçeya girtina sebebkarên êrîşa ser balefirgeha Hewlêrê û şûnwarên dîplomatîk derew derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320049-nûçeya_girtina_sebebkarên_êrîşa_ser_balefirgeha_hewlêrê_û_şûnwarên_dîplomatîk_derew_derket
Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê nûçeyên weşandî derbarê girtina kesên têkildarî êrîşa ser balefirgeha Hewlêrê û navendên dîplomatîk li Bexdayê derew zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2020 15:43 Asia/Tehran
  • Nûçeya girtina sebebkarên êrîşa ser balefirgeha Hewlêrê û şûnwarên dîplomatîk derew derket

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê nûçeyên weşandî derbarê girtina kesên têkildarî êrîşa ser balefirgeha Hewlêrê û navendên dîplomatîk li Bexdayê derew zanî.

Tehsîn El-Xefacî, Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê roja Îniyê di gotûbêja bi ajansa nûçeyan a Wai'ê ra got: Gotinên ku derbarê girtina koma têrorîst a têkildarî êrîşa bi roketan li ser parêzgeha Hewlêrê û navendên Dîplomatîk li Bexdayê li Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê hatine girêdan, ne rast in.

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê ji medyayan xwest ku bi diqeteke zêdetir nûçeyan ji çavkaniyên fermî werbigirin û gotegotan belav nekin.

Pêştir ji çavkaniyên nûçeyan ji zarê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê ragihandin ku sebebkarên êrîşa ser balefirgeha Hewlêrê û navendên dîplomatîk hatine girtin.

Komeke têrorîst Çarşemiyê bi şev bi hejmareke roketên Katiyoşayê êrîşî ser navçeyeke nêzikî baregeha çekdarên amerîkî li bakurê rojavaya Hewlêrê kir.