Iraqê, bi fermî helwêstê xwe li hember gefxwarina Amerîkayê aşkera kir
Duh 30.09.2020ê wezîrê derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên nîgeraniyên hikûmeta federal li hember gef xwarinên Amerîkayê yên derbarê daxistina balyozxana xwe ya li Bexdayê de aşkera kir.
Piştî heftiya borî wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hişyarî da hikûmeta Iraqê bo parastina balyozxana Amerîkayê li Bexdayê û eger ew tedbîr neyên girtin dê balyozxana xwe dabixin û 3 hezar leşker û dîplomatkarên xwe bo welatê xwe vekêşin. Li hember wê îro hikûmeta Iraqê bi fermî helwêstê xwe ragehand.
Wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên di civîneke çapemeniyê de ragehand, hikûmeta Bexdayê bi wê biryara Amerîkayê keyfxweş nîne.
Fuad Husên herwaha got: ‘’Vekêşîna Amerîkayê dibe ku bibe sedemê vekêşandina hêzên din jî ji hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê. Ev yek tiştekî metirsîdar e. Ji ber rêxistina terorîst a DAIŞê niha jî metirsî ye bo Iraq û navçê bi giştî jî.’’