​​​​​​​Li Iraqê 10 terorîstên DAIŞ`ê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319738-li_iraqê_10_terorîstên_daiŞ_ê_hatin_girtin
Ajansa Îstîxbaratê ya girêdayê Wezareta Hundirîn a Iraqê ragihand ku li parêzgeha Selahedîn 10 çeteyên DAIŞ'ê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2020 17:59 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Iraqê 10 terorîstên DAIŞ`ê hatin girtin

Ajansa Îstîxbaratê ya girêdayê Wezareta Hundirîn a Iraqê ragihand ku li parêzgeha Selahedîn 10 çeteyên DAIŞ'ê girtin.

Al-Sumaria News, li ser zimanê Ajansa Îstîxbaratê ya girêdayî Wezareta Hundirîn a Iraqê ragihand ku şaxê îstîxabaratê ya parêzgeha Selahedîn 10 terorîst, di nav de 4 çeteyên DAIŞ'ê girtin. Her wiha diyar kir ku bi hevkariya Hêzên Ewlekariyê ya parêzgeha Silêmaniyê 2 çete ji wan dema hewl didan ji Iraqê birevin, girtin.

Ajansa Al-Sumaria News got: " Li girava Mekîşîfa bermahiyên DAIŞ`ê ku di nav de amûrên teqemeniyê û moşekên dijî mertalan hebûn hatin desteserkirin."