Bexda- 3 endamên DAIŞê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319338-bexda_3_endamên_daiŞê_hatin_desteserkirin
3 endamên rêxistina DAIŞê li bajarê Bexdayê ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatin desterkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2020 07:02 Asia/Tehran
  • Bexda- 3 endamên DAIŞê hatin desteserkirin

3 endamên rêxistina DAIŞê li bajarê Bexdayê ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatin desterkirin.

Ajansa Îstixbarata Iraqê ragihand; duh roja yekşemê 6ê Îlona 2020an, 21 kesên daxwazkirî hatin desteserkirin ku ji wan 3 kes endamên rêxistina terorîstî ya DAIŞê ne.

Hat ragihandin; desteserkiriyên DAIŞê ji ber hebûna peywendiyên wan bi wê rêxistinê ve, li gor madeya 4 a yasaya terorê hatine girtin û dê werin darizandin.

Herwiha di daxuyaniya îstixbarata Iraqê de hatiye eşkerekirin ku hêzên wan li çend deverên cuda yên bajarê Bexdayê, ew kes desteser kirine.