Iraq- 90 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319326-iraq_90_kesên_din_bi_koronayê_mirine
 Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 90 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2020 19:00 Asia/Tehran
  • Iraq- 90 kesên din bi Koronayê mirine

 Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 90 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 90 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 651 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha Wezareta Tendirustiyê ya Iraq eşkere kiriye; heta niha 260 hezar û 370 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine 7 hezar û 512 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Iraqê diyar jî kiriye di 24 saetên bûrî de 3301 kes ji Koronayê baş bûne û bi vî awayî hejmara kesên baş bûne gihîşt 198 hezar û 560 kesan.