El-Kazimî: Wezîr divê dengê daxwazên neraziyan bibihîzin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319194-el_kazimî_wezîr_divê_dengê_daxwazên_neraziyan_bibihîzin
Serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku wezîrên kabîneyê divê guh bidin xwestekên neraziyan, got: Nabe ku rê bidin brokrasiyên îdarî di xebata dewletê da astengiyan çêbike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2020 06:52 Asia/Tehran
  • El-Kazimî: Wezîr divê dengê daxwazên neraziyan bibihîzin

Serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku wezîrên kabîneyê divê guh bidin xwestekên neraziyan, got: Nabe ku rê bidin brokrasiyên îdarî di xebata dewletê da astengiyan çêbike.

Li gorî rapora Kanala El-Erebiyê, Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê tevî tawanbarkirina hinekan bi pêkanîna alozî û kêşeyê li vî welatî, ji wezîrên dewleta xwe xwest ku xwestekên neraziyan û daxwazên raya giştî bişopînin.

Kaizmî her wiha li ser pêwîstiya hewildana bihêz jibo vegerandina hêz û desthilata dewletê, serdestiya qanûnê û zêdekirina morala hêzên iraqî pêgirî kir.

Li navçeyên başûrî yên Iraqê ji wan Besre û Zîqarê di rojên dawî da nerazîtiyên gelanî derketin ku kesên çekdar ev nerazîtî bi kar anîn û çend çalakên medenî têror kirin.