Iraq- 76 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318668-iraq_76_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihand di heyama 24 saetên dawî de 4 hezar û 293 kesên din bi Koronayê ketine û 76 kes jî bi Koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2020 18:28 Asia/Tehran
  • Iraq- 76 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihand di heyama 24 saetên dawî de 4 hezar û 293 kesên din bi Koronayê ketine û 76 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja şemiyê 15.08.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 4 hezar û 293 kesên din bi Koronayê ketine û 2 hezar û 571 kes jî baş bûne. Herwiha 76 kes jî ji ber Koronayê mirine.

Li seranserî Iraqê jimara nexweşên Koronayê bûye 172 hezar û 583 kes û 122 hezar û 700 kesbaş bûne û 5 hezar û 785 kes jî bi Koronayê mirine.