Bombeyek li ser rêya karwanê leşkerî yê Amerîkayê li Iraqê teqiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318640-bombeyek_li_ser_rêya_karwanê_leşkerî_yê_amerîkayê_li_iraqê_teqiya
Medyayên iraqî qala teqîna bombeyê li ser riya karwanê leşkerî yê Amerîkayê li bajarê Dîwaniyê ya vî welatî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2020 15:47 Asia/Tehran
  • Bombeyek li ser rêya karwanê leşkerî yê Amerîkayê li Iraqê teqiya

Medyayên iraqî qala teqîna bombeyê li ser riya karwanê leşkerî yê Amerîkayê li bajarê Dîwaniyê ya vî welatî kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Komîteya Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê roja Îniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku bombeyek li ser riya erebeyeke karwanê leşkerî yê Amerîkayê dema derbasbûna ji Pireya El-Dîwaniyê (navbera Necef û Dîwaniyê) teqiyaye.

Hin çavkaniyan jî qala teqîna çend teqînan piştî teqîna bombeyê li ser rêya karwên kirin û ragihandin: Ev teqînên li pey hev ihtimala hebûna madeyên teqemniyê li van karwanên amerîkî piştrast dikin.

Ev teqîna çendem di rojên dawî da li ser rêya karwanên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê ye.

Gel û komên siyasî yên Iraqê daxwaza derketina hêzên têrorîst ên amerîkî ji Iraqê dikin û parlimana vî welatî jî pêşnumaya derketina hêzên derveyî ji Iraqê pesend kiriye.