Berdevka Hevpeymaniya Nesir: Rêkeftina Hewlêr û Bexda li ser bingehê destûrê giring e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318492-berdevka_hevpeymaniya_nesir_rêkeftina_hewlêr_û_bexda_li_ser_bingehê_destûrê_giring_e
 Berdevka hevpeymaniya Nesir ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike, rêkeftina her du hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê li ser bingehê destûrê giring nirxand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2020 16:52 Asia/Tehran
  • Berdevka Hevpeymaniya Nesir: Rêkeftina Hewlêr û Bexda li ser bingehê destûrê giring e

 Berdevka hevpeymaniya Nesir ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike, rêkeftina her du hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê li ser bingehê destûrê giring nirxand.

Berdevka hevpeymaniya Nesir, Ayat Muzefer Nûrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em geşbînin ku pêngavên cîdî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo rêkeftina yekcarî û çareser kirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêjê û li gor destûrê bên avêtin. Destûr jî diyar dike ku Iraqê hikûmeteke Îtîhadiye û herêma Kurdistanê jî hikûmeteke serbixwe heye û wek herêmeke serbixwe beşeke ji Iraqê ye.’’

Wê herwaha got, rêkeftina her du hikûmetan li ser bingehê destûrê, em giring dibînin û di destûrê de erk û mafên her du hikûmetan hatiye diyar kirin, her di pirsa deriyên sînor û çawaniya dabeş kirina dahat û rêveberiyên navçeyên bi nakok û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê jî hatiye diyar kirin.

Berdevka hevpeymaniya Ebadî dibêje, berjewendiya hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê di rêkeftina yekcarî de ye û got: ‘’Kurd li gel me di vî welatî de hevbeşin û di tekoşîna dijî DAIŞê de jî xwedî rol bûn, nabe karek bê kirin ku asteng bo rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de bê çêkirin.’’