Iraq- 82 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318490-iraq_82_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saeên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 82 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2020 15:32 Asia/Tehran
  • Iraq- 82 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saeên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 82 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 saetên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 82 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 726 kes jî bi vîrûsa koronayê ketine. Herwiha 2 hezar û 271 kes jî baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 9ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 150 hezar û 115 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 107 hezar û 775 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 551 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 392 kesan canê xwe ji dest dane.