Destpêbûna opêrasyona hevpar a Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê li Nêynewayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318394-destpêbûna_opêrasyona_hevpar_a_heşdi_Şeibî_û_artêşa_iraqê_li_nêynewayê
Hêzên Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê opêrasyonek jibo ramalîna parêzgeha nêynewayê ji têrorîstên mayî yên DAIŞê destpê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2020 14:58 Asia/Tehran
  • Destpêbûna opêrasyona hevpar a Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê li Nêynewayê

Hêzên Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê opêrasyonek jibo ramalîna parêzgeha nêynewayê ji têrorîstên mayî yên DAIŞê destpê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Heşdi Şeibîyê di daxûyanîyekê de ragihand: Ew opêrasyona ewmnî ya berfire li Cizîrehezerê û Wadî Sersarê li başûra rojavaya parêzgeha Nêynewayê destpê bûye.

Hêzên Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê dil hene ewlehîyê li deverên başûra rojavaya parêzgeha Nêynewayê dabîn bikin û bi vî awayî alîakrîyê bidin vegera awareyan.

Ji hêla din ve, Sadiq Hisêynî Berpirsê Mêdyayî yê Heşdi Şeibîyê ragihand ku di encama êrişa DAIŞê ser devera Metîbîcê li Selahedînê da 5 leşkerên iraqî hatin kuştinê û birîndar bûn.

Hisêynî pêgirî kir: DAIŞîyên mayî bi piştgirîya Amerîkayê li parêzgehên curbicur ên Iraqê hatin û çûyînê û karên têrorîstî dikin.