Destpêbûna opêrasyona hevpar a Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê li Nêynewayê
Hêzên Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê opêrasyonek jibo ramalîna parêzgeha nêynewayê ji têrorîstên mayî yên DAIŞê destpê kirin.
Navenda Ragihandinê ya Heşdi Şeibîyê di daxûyanîyekê de ragihand: Ew opêrasyona ewmnî ya berfire li Cizîrehezerê û Wadî Sersarê li başûra rojavaya parêzgeha Nêynewayê destpê bûye.
Hêzên Heşdi Şeibî û Artêşa Iraqê dil hene ewlehîyê li deverên başûra rojavaya parêzgeha Nêynewayê dabîn bikin û bi vî awayî alîakrîyê bidin vegera awareyan.
Ji hêla din ve, Sadiq Hisêynî Berpirsê Mêdyayî yê Heşdi Şeibîyê ragihand ku di encama êrişa DAIŞê ser devera Metîbîcê li Selahedînê da 5 leşkerên iraqî hatin kuştinê û birîndar bûn.
Hisêynî pêgirî kir: DAIŞîyên mayî bi piştgirîya Amerîkayê li parêzgehên curbicur ên Iraqê hatin û çûyînê û karên têrorîstî dikin.