Tebax 02, 2020 14:50 Asia/Tehran
  • Kazimî û Erdogan mijarên ewlekariyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de Cejna Qurbanê li hev pîroz kirin û mijarên weke ewlekarî û peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Ofîsa Ragihandina Serokwezîriya Iraqê ragihand ku Mistefa Kazimî û Recep Tayyip Erdogan du Şemiyê pêwendiyeke telefonî pêk anîn û di wê pêwendiya telefonî de Cejna Qurbanê li hev pîroz kirin.

Li gor daxuyaniyê Kazimî hêviya aramiyê û pêşketinê ji Tirkiyê re xwestiye.

Erdogan û Kazimî tevî axivtina ser pêwendiyên giştî, behsa bihêzkirina hevkariya di navbera herdu welatan de li mijarên weke ewlekarî û aramiya herêmê jî kirin.

Herdu aliyan herwiha pêgirî kirin ku ew dixwazin ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî yên di  çarçova berjewendiyên herdu gelên de gavên bilind rakin 

Herwiha hatiye ragihandin ku Erdogan baweriya xwe ya temam bi serkeftina hikûmeta nû ya Iraqê û gelê Iraqê derbiriye di vê qonaxa zehmet de ku tê re derbas dibe.

Di 5ê Gulana borî de, Erdogan pêwendiyeke telefonî ligel Mistefa Kazimî encam dabû, û pîrozbahiya wergirtina postê serokwezîriya Iraqê lê kiribû û jê re gotibû, ku di derfeteke nêzîk de, ew dê serdana Iraqê bike.

Serepeyv